ENQERE - Cîgira Serokê Giştî yê CHP'ê Gamze Akkuş Îlgezdî li gorî rapora ku ji dayeneyên TUÎK'ê bi dest xistin diyar kir ku di 9 salên dawî de ji bo 104 hezar û 531 zarokên winda bûne serlêdana windayan hatiye kirin. Îlgezdî, da zanîn ku herî zêde li Enqere, Qeyserî, Antalya, Îzmir û Stenbol zarok hatine windakirin. Hat diyar kirin ku 8 hezar û 757 zarok ji saziyên dewletê reviyane.
Gîgira Serokê Giştî yê CHP'ê Gamze Akkuş Îlgezdî, der barê zarokên winda dibin û rastî îstîsmarê tên rapor amade kir û bi raya giştî re parve kir. Îlgezdî, li gorî rapora ku ji dayeneyên TUÎK'ê pêktê rapor amade kir. Îlgezdî, anî ziman ku di 9 salên dawî de ji bo 104 hezar û 531 zarokên winda bûne serlêdana windayan hatiye kirin. Îlgezdî, anî ziman ku herî zêde li Enqere, Qeyserî, Antalya, Îzmir û Stenbol zarok hatine windakirin. Hat diyar kirin ku 8 hezar û 757 zarok ji saziyên dewletê reviyane. Îlgezdî, da zanîn ku îstîsmar tenê ne zayendiya fîzîkî ye û pir alî û pir firehî ye.