EFRÎN - Fermandarê OSO û endamê rêveberiya ewlekariya Tirkiyê Mesûd Îbo, piştî şopandinê ji aliyê endamên YPG/YPJ’ê ve hate kuştin.
Endamên YPG/YPJ’ê di çerçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, li dijî endamên OSO yên li herêmê zilm û zordarî li gel dikin, çalakiyên taybet pêk anîn. Yek ji fermandarê OSO Fermandarê Lîwa Selahaddîn Mesûd Îbo (Ebû Elmecîd Komelê) ku endamê ewlekariya Tirkiyêye ji aliyê yekîneya taybet a YPJ/YPG’ê ve hat şopandin û di encama operasyoneke taybet de di noqteyeke navbêra Cindiris û Efrînê de hate kuştin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de bi Îbo re du endamên OSO yên din jî hatine kuştin. Beriya demekê YPG/YPJ’ê bi çalakiyek heman şêwazî îlan kiribû ku yekîneya wan a taybet çalakiyên bi vê rengî li ser komên çekdar pêk bîne û wan ceza bikin.