EDENE – Li Edeneyê Kudret Yener a 69 salî ku bi tena xwe dijiya, bi awayekî qirika wê jêkirî li malê hat dîtin.
Li Taxa Çerkez Karamezar a navçeya Ceyhan a Edeneyê, Kudret Yener a 69 salî bi awayekî qirika wê jêkirî li malê hat dîitin. Xizm û cînarên ku agahî ji Yenerê wernegirtin, ji bo venêrînê ketin mala wê. Xizmên wê yên ku ketin hundur, dema Yenerê di wê weziyetê de dîtin xeber şandin ji polîsan re. Cenazeyê Yener ku qirika wê bi kêrê hat jêkirin, ji bo otopsiyê şandin Morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.
Di lêgerîna polîsan de, hat hînbûn ku hin zîynetên Yenerê hatine dizîn û her wiha der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.