ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, têkildarî zêdebûna îstîsmara zarokan diyar kir ku sala par wan pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê, lê AKP û MHP'ê pêşniyarnameya wan red kir û wiha got: "Ji wê demê heta niha gunehê hemû zarokên rastî îstîsmarê hatin tevan di stuyê yên pêşniyarnameya me red kiriye de ye. "
Di salên dawî de îstîsmara li dijî zarokan zêde bûye. Têkildarî îstîsmar û tundiya li ser zarokan pêş dikeve, HDP'ê sala par pêşniyarname da meclîsê. Lê pêşniyarnameya HDP'ê ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat redkirin. Piştî Eylul û Leyla hatin revandin û cenazeyên wan hatin dîtin, hat diyar kirin ku Eylul rastî îstîsmara zeyendî hatiye û hatiye kuştin. Dîsa hêj aqûbeta zarokên li Hatay, Sêrt, Wan û Amedê hatin revandin nayê zanîn. Piştî revandina zarokan ket rojevê, bertek û nerazîbûnên civakê jî zêde dibin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku wan di 24'ê Gulana 2017'an de li dijî îstîsmar û tundiya li ser zarokan pêş dikeve pêşniyarname da meclîsê ku lêkolîn bê kirin û pêşiya vê yekê bê girtin, lê pêşniyara wan raste rast ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat redkirin. Ertan, anî ziman ku wan xwest di bin baneya meclîsê de komîsyona zarokan bê avakirin û li ser tundiya zarokan lêkolîn bê kirin, lê ev daxwaza wan hat redkirin. Ji ber vê yekê ji wê demê heta niha zarokên hatin kuştin û rastî îstîsmar û tudiyê hatin tev guhenê wan di stuyê van kesên pêşniyar red kiriye de ye.
'DEWLET BERSÛCAN DIPARÊZE'
Ertan, destnîşan kir ku erka dewletê ya sereke parastina zarokan e û berpirsiyarê revandin û windakirina zarokan dewlet bi xwe ye. Ertan, anî ziman ku rayedarên dewletê û hikûmetê bi gotinên “riza”, “şaşî", "asayî" û "tişt nabe" rê li pêşiya van bûyeran vedikin û bêtir van bûyeran asayî dikin û rê li pêş wan vedikin. "Di milê pêşîlêgirtina îstîsmarê de tu hewldanên hikûmetê tune ye. Ji ber vê yekê dewlet û hikûmet bi xwe ji îstîsmar, windakirin, kuştina zarokan berpirsiyar e. Hikûmet niha ser vî sûcî digire û sûcê xwe vedişêre."
'ÎDAM NE ÇARESERÎ YE'
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, bal kişand ser mijarên îdam û xesandinê jî û destnîşan kir ku ev ne çareseriya pirsirêkan in û wiha bi dawî kir: "Heta ku polîtîkayên rê li pêş tundî û îstîsmarê bigirin nekevin meriyetê, rê li pêş tundî, îstîsmarê nayê girtin. Li şûna îdam û xesandinê divê berî her tiştî bi perwerdehiyê hişmendî bê guhertin. Divê polîtîka û nêzîkatî bê guhertin. Armanca wan ne îstîsmarkar in.
Dîsa geşedanên di dawî de pêş dikevin ne tesadufî ye. Bi plan û zanebûn pêş dikevin. Darvekirin û xesandin qet ne çareserî ye."
MA / Diren Yurtsever