AMED - Lêpirsîna der barê cînayeta Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku 27 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û kuştin, tevî mikurhatinan jî hêj gavekê pêş neketiye. Gerku der barê şikdaran de lêpirsîn û doz neyê vekirin dê di sala 2021'an de doz betal bibe.
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de li mala xwe ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li pira Madenê ya Xarpêtê hatibû dîtin. Cenazeyê Aydin di 10'e Tîrmeha 1991'an de ji aliyê sed hezaran kesan ve bi serhildanek mezin li Goristana Deriyê Mêrdînê hat definkirin. Di merasimê de polîsan li ser girsê gule reşandibû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser cînayeta Vedat Aydin re 27 sal derbas bûn. Lê hêj der barê kujer û berpiriyaran de tu gav nehatiye avêtin û tu lêkolîn û lêpirsîn nehatiye kirin. Hem der barê kuştina Vedat Aydin de û hem jî der barê kuştina 8 kesên di merasimê de hatin kuştin tu lêpirsîn nehatin vekirin û doz nehatin dîtin.
Di lêpirsîna ewil hat kirin de tevî gelek delîl û belgeyên şênber û tevî mukurhatinan tu gav nehatin avêtin. Endamê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan û Murat Demîr di îtîrafên xwe de agahî dabûn. Aygan, di îtîrafa xwe de diyar kiribû ku berî Aydin bê revandin wî bi xwe di nava keşifa malêde cih girtibû. Aygan, di îtîrafan de anîbû ziman ku cînayeta Aydin ji aliyê Sazumankarê JÎTEM'ê Serdar Cem Ersever bi xwe hatiye plankirin.
Têkildarî qetilkirina Aydin de di rapora piştî qezaya Susurlukê hatî amadekirin de her çiqas ji aliyê komên di nava dewletê de bi cih bû pêk hat derbas bibe jî encam nehat guherîn. Dosya dema êdî dê ji ber demboriyê ji holê rabibe îtîrafên Abdulkadîr Aygan ên têkildarî cînayetê de gotin ketin dosyayê. Ligel hemû îfadeyên Aygan di dosyayê de cih girtin lêpirsîna di sala 2011'an de ji aliyê Dozgerê Amedê ve hat meşandin 7 sal derbasbûn hêj doz venekiriye.
Parêzerê Hevsera Vedat Aydin Şukran Aydin Prz. Mehmet Arif Altunkalem, diyar kir ku li gel demek dirêj di ser dosyayê re derbas bûye jî hêj tu gav nehatiye avêtin û tu agahiyên nû li dozyayê nahatine zêdekirin. Altunkalem, da zanîn ku her çend îfadeyên bersûcan hatibin girtin jî wan kesan her tişt red kiriye. Altunkalem, da zanîn ku ji ber demek dirêj di ser bûyerê re derbas bûye Şukran Aydin jî êdî rû û sîmaya kujeran hayê pêş çavê wê û nikare bi awayekî zelal teşhîs bike. Altunkalem, destnîşan kir ku ger heta 2021'an di dosyayê de tu gav neyên avêtin dê dem di ser dosyayê re derbas bikin û dosyayê bigirin.
Altunkalem, da zanin ku ji destpêkê de bi awayekî çalak û bi bandor lêpirsîn nehat kirin û wiha got: "Di dosyayê de tenê delîlên îtîrafkar Abdulkadir Aygan heye. Lê der barê cihê bûyerê de delîl tune. Divê hem daraz û hem siyaseta îktîdarê bi awayeki biryar bûyerê lêkolîn bike û zelal bike. Di 3 salên dawî de der barê dosyayê de tu geşedanên hiqûqî tune ye. "
Parêzerê Baroya Amedê Fethi Gumuş jî anî ziman ku ew û Vedat Aydin hevalen hev yên berê bû û wiha got: "Aydin ji ber xebatên xwe yên Komeleya ÇAnda Rojhilat a Şoreşger (DDKD) di seddema 12'ê Îlonê de hat girtin. Piştî Aydin hat berdan ket nava lêgerînê. Piştî Aydin di ÎHD’ê de kar kir bû serokê DEP'ê yê Amedê. Wê demê di navbera Lice û Pasûrê de 3 gerilla jiyana xwe ij dest dabûn. Ji ber ku wê demê Vedat Aydin Serokê DEP'ê yê Amedê bû li gel çend kesên din çûn herêma pevçûnê û cenazeyên gerilla anîn Lîceya Amedê. Piştî Aydin cenaze girtin, der barê wî de biryara înfazê hat girtin. Aydin di kongreya ÎHD'ê de ji ber bi kurdî axivî der barê wî de biryara girtinê hat dayîn û hat girtin. Wê deme yekem kesê li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) parastina kurdî kir Vedat Aydin bû. "
Parêzerê Malbatê Mahmut Vefa jî diyar kir ku da, Vedat Aydin ji ber li herêmê têkoşîna mafê kurdan dimeşand bû hedef û wiha got: "Aydin di kongreya ÎHD'ê de bi kurdî axivî û cenaze wergirtin piştre bû hedef. Li Sûrê jî Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî piştî beşdarî bernameyek tv bû, bû hedef. Di navbera herdu cînayetan de têkiliyek pir xurt heye. Herdu jî nûnerên saziyên civakî bûn û herdu jî bûn hedefa dewletê. Piştî vê yekê perguala dewletê hêza sivîl a rêxistinên kurd kirin hedef. Herdu jî bi destê medya û çapemeniyê bûn hedef. Piştî cînayeta Aydin cînayet ji gundan derbasî bajaran kirin.
Vefa, anî ziman ku dixwazin ser dosyayê bigirin û bi zanebûn dosyayê didin ji bîr kirin.