MÛGLA – Rêveberên HDP’ê yên Marmarîsê Arafat Aydogan û Destan Ecer bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatin girtin.
Li Marmarîsa Mûglayê duh polîsan avêt ser mala rêveberên HDP’a navçeyê û rêverber Arafat Aydogan û Destan Ecer binçav kirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan herdu rêveber sewqî Edliyeya Marmarîsê hatin kirin.
Bi hinceta “propagandaya rêxistinê” Ecer û Aydogan hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê.