NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Freedom for Ocalan (Ji bo Ocalan Azadî) ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li welatê Ewropa belav dibe. Sendîkaya PROSPECT a Îngilîstanê ku zanyar, hunermend û endezyar endamên wê ne jî tev li kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bû.
Kampanya Freedom for Ocalan (Ji bo Ocalan Azadî), ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin her ku diçe belav dibe. Rêxistinên li Îngilîstanê piştgiriyê didin kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’. Herî dawî jî sendîkaya PROSPECT ku zêdetirî 183 hezar endamên wê hene ragihand ku dê piştgiriyê bidin kampanyayê û ji bo azadiya Ocalan bi aktîf bi xebitin. Sendîkaya PROSPECT a Îngilîstanê ku zanyar, hunermend û endezyar endamên wê ne, tev li kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bûn. Sendîkaya PROSPECT ku 183 hezar endamên wê hene, li zêdeyî 600 branşên li sektorên bingehîn xwe bi rêxistin kiriye û li tevahiya Îngilîstanê personelên wê hene. Kampanya ‘Freedom for Ocalan’ bûye yek ji mezintirîn kampanyayên ku li Îngilîstanê tê meşandin û ji aliyê sendîka û rêxistinên ku temsîla bi milyonan kesî dikin, tê birêvebirin. Kampanya, ji aliyê Sendîkaya Unite the Union û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) ve sala 2016'an li Kamara Avamê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kiribû.
Rêxistinên ku destekê didin kampanyayê ev in:
Unison, duyemîn sendîkaya herî mezin a welêt e û 1.3 milyon endamên xwe hene. Sendîkaya Karkerên Ragihandinê (CWU) a ji 200 hezar endamî, Sendîkaya Mamosteyan (NEA NUT) a ji 450 hezar endamî, Sendîkaya Kar a Giştî (GFTU) ya ji 400 hezar endamî, Sendîkaya Ajokarên Trenê (ASLEF û TSSA) ya ji 45 hezar endamî, Sendîkaya Arkujan (FBU) a ji 55 hezar endamî, Sendîkaya Mamosteyên Skoçyayê (EIS) ya ji 80 hezar endamî, Sendîkaya Barhilgiriya Deryayî û Rêyên Hesinî (RMT) ya ji 80 hezar endamî. Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) ku zêdeyî 6 milyon endamên xwe hene, guh dabû banga sendîkayên xwe û di kongreya xwe ya par de biryar dabû ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî aktîf bixebite. Thompsons Solicitors ku 750 parêzer endamên wê ne, piştgiriyeke xurt dabû kampanyaya ji bo azadiya Ocalan.
Li aliyê din mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê "Durham Miners Gala" ku 14-16'ê tîrmehê dê bê kirin, diyarî Ocalan hate kirin. Tê payin ku zêdeyî 200 hezar kes tev lê festîvalê bibin. Festîvala ‘Durham Miners Gala’ 134 sal in bi rengekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidarxistin.