NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Ramin Huseyin Penahî ku rastî cezayê îdamê hatiye, dibe ku her kêlî wî darve bikin. Parêzerê Penahî Huseyin Ehmedi Niyaz, diyar kir ku di nava gel û cemaweriyê de hassasiyetek mezin çêbû, lê dîsa rîska înfaza Penahî didome.
Bertek û nerazîbûnên li dijî cezayê darvekirina siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Penahî dirome. Rêxistina Amnesty International nameyek ji bo betalkirina biryara darvekirina ciwanê Kurd Penah ji hikûmeta Îranê re şandibûn û xwestibûn ku hikûmet vê biryarê betal bikin. Di nameyê de îmzeya 33 hezar û 356 welatiyên Norwêcî têde cih girtibû. Piştre zêdetirî 2 hezar welatiyên medenî û mafê mirovan nameyek îmze kirin û xwestin cezayê darvekirinê yê Ramîn bê betalkirin. Parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyarkiribû ku daxwaza ji nûve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê Dîwana Bilind a Welêt ve hatiye red kirin. Birayê Ramîn, Ehmed Hisên Penahî jî vê agahiyê piştrast kiribû. Parêzerê Ramîn Hisên Penahî Huseyin Ehmedi Niyaz têkildarî rewşa Penahî agahî da û wiha got: "Dibe ku hasasiyeta civakê çê bûbe. Lê hêj muwekilê min di bin rîska cezayê înfazê de dijî. Dibe ku ez roja yekşemê li Girtîgeha Navendî ya Senendic (Sine) Penahî ziyaret bikim. Muwekilê min Penahî di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibû. Ji ber îşkenceyê gurçika wî enfeksiyon girtibû. Bijîşkê girtîgehê di hizûra min û Ramin de rapora dermankirinê pêşkêş kiribû. Lê hêj nehatiye dermankirin. Li gorî Zagona Ceza ya Sîne, divê bi nivîsek fermî Ramîn li nexweşxaneyek taybet bê razandin. Lê tevî bijîşk rapor şand jî heta niha tu encam nehatiye bi dest xistin."
Prz. Niyaz, herî dawî da zanîn ku her çend eleqe û hasasiyeta cemaweriyê çêbû jî her dem rîska cezayê Penahî têxin meriyetê heye. Niyaz, da zanîn ku mafê hevdîtina parêzer jî ji destê wan hatiye girtin.