AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora meha hezîranê bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku di serdema hilbijartina 24'ê Hezîranê de AA û TRT wekî berdevka îktîdara AKP'ê dixebite.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Hezîranê ya binpêkirina mafên rojnameger û çapemeniyê parve kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku rapora Binpêkirina Mafê Rojnamegeran di serdema kampanya hilbijartinê de pêk hat û wiha go: "Di serdema kampanyayê de bêtir zext li çapameniyê hat kirin, bi ‘çapameniya yekalî ya girêdayê hikûmetê weşaneke yekalî pêk hat û kampanya partiyên muxalefet wek tune hat hesibandin. Di serî de Ajansa Anadolu (AA) û TRT’ya ku bi baca gel hatiye damezrandin û weşanê dike cihê ku wekhev nîzîkî hemû partiyan bibe wek berdevkên partiya desthilatdar tevgeriyan. Dîsa hem ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê AA wek peywirdar kar kir û hem jî bi weşana xwe manûpilasyoneke bê hesab pêk anî. Wisa ku bi kiryarên xwe nelirêtiyên di hilbijartinê de pêk hate pirtir nelirêtî û bê dadiya weşana AA û TRT’ê bûn mijara rexne û nirxandinên raya giştî. "
SAZIYÊN WEŞANÊ YÊN BERDEVKÊ HIKÛMETÊ YEK ALÎ NÊZÎ BÛYERA PIRSÛSÊ BÛN
Înîsiyatifê da zanîn ku di serdema kampanyeya hilbijartinê de saziyên weşanê yên wek berdevkê hikumetê xwe peywirdar kirin tenê li dijî muxalefetê bêdadiya weşanê nekirin; wan di êrişên bi ser muxalefetê de jî alîgiriya dewlet û hikûmetê kirin û êrişkaran bi weşanên xwe yên berovajî parastin û wiha berdewam kir: "Bi van kirinên xwe zagonên pîşeyî yên weşangiriyê serobin kirin. Di bûyera li Sirûcê de ku malbata Şenyaşar ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rûhayê û malbata wî ve rastî êrişê hatibûn û ji malbata Şenyaşar 3 kes hatibûn kuştin. Ji kuştiyan 2 jê li nexweşxaneyê bi rengeke hov ji aliyê alîgirên vê malbatê ve hatin lînçkirin. Li gel ku Edlî tip got: “Ev kes bi çek û alavên birînê hatine kuştin jî AA, TRT û çapameniya din a alîgir buyerê an nedîtin an jî berovajî kirin û kujeran parastin. Li gel ku dîmenên vê qirkirinê derket jî ev dîmen ji aliyê van sazî û dezgehên ‘çapameniya’ yekalî ya berdevkê AKP’ê ve hat birîn û xwestin gel bi dîmenên birandi, berovajî enforme bikin."
DIVÊ DI HER ŞERT Û MERCÎ DE ZAGONÊN RÊGEZÊN ÇAPEMENIYE ESAS BÊN GIRTIN
ÎRA, xwest ku ji bo ku rayagiştî ji vê dezenformasyonê û operasyona afirandina têgihîştina berovajîkirinê xwe rizgar bike yekane rê ev e ku di her şert û mercî de xwedî lê derketina zagonên çapameniyê yên azad e û wiha lê zêde kir: "ÎRA li dij weşana yekalî ya di bin kontrola dewlet û desthilatdariyê de rastiyan li gor berjewendiyên dewlet û desthilatdariyê berovajî dike û radigihîne, li ber weşangeriya rast û azad xwedî helwest e. Ji ber vê wesîlê ji mêj ve bûye hedefa desthilatdariya yek mirov û rastî her cura êriş û talanê hatiye. Li dij zêdebûna êrişan serî neçemandiye û gel bê nûçe nehiştiye. Ji bo van hewildanên xwe yên pîroz pêk bîne jî gelek rê û rêbazên dewlemed bikar aniye.
ÎRA dê xwedî li zagon û prensîbên çapameniya azad derkeve bi xebata xwe rapora hemû êriş û binpêkirinên mafên rojnamegeran binivisîne û ji bo raya giştî parve bike. Li gor vê helwestê rapora me ya meha Hezîranê wisan e:
Hêj 192 rojnameger di girtîgehê de ne.
2 rojnameger hatin binçavkirin.
2 rojnameger hatin girtin
33 rojnameger hatin darizandin.
1 rojnameger bi bihayê pereyê 1041 rojan hat cezakirin.
7 rojnameger doz li wan vebûn
3 rojnameger ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin.
1 buroya çapê rastî serdagirtina polîsan hat û bi saetan li cihê serdagirtî lêgerîn kirin.
Em wek ÎRA bang dikin û dibêjin: “192 rojnamegerên girtî ku ji wan 70 jê endamên Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad in demildest serbest bên berdan."