* Serokomar Erdogan beriya hilbijartinê soza çêkirina "qehwexaneyên gel" dabû. Ciivaknas Doç. Dr. Asli Kayhan diyar kir ku "qehwexaneyên gel" polîtîkayeke osmaniyan e û got: "Polîtîkayên ku jinan ji qada giştî dûr dixîne, wisa xuya dike dê li van deran bên pêk anîn."
* Aborîzan Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku êdî hefsarê aboriyê ji dest derketiye û got: "Bi faîzeke evqas zêde ne veberhênanî û ne jî îstihdam ne pêkan e."
* Nûnera Platforma Jinê ya Aydinê Tahsîne Saran diyar kir ku ji xeynî HDP'ê partiyên din wekî "vîtrînê" nêzî jinan dibin û got: "HDP, hişt ku jin polîtîk bibin."
* Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek ku beriya 1'ê Gulanê hat girtin û paşê hat berdan, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê û got: "Tekane mekanên ku nîşan dide ka îktîdar çi qasî ji xwezaya civakê dûr ketiye girtîgeh in."
* Şêniyên Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglarê, li hemberî JES'a ku tê avakirin bertek nîşandan û diyar kirin ku mirovahî hemû di xetereyê de û ew ê heta dawiyê bitêkoşin.
* Şaredarê bajaroka Hîlalê ya AKP'î Cevher Benek îdia kiribû ku "demek berê çekê êrîşî wî kirine". Lê belê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, ji bo vê îdiayê got: "Ji bo ser sûcê xwe binixumînin, ji bo li ber dewletê şirîn bixuyên û rantê bi dest bixin senaryoyan çêdikin."
* Sendîkayên girêdayî DÎSK, KESK, Odeyên girêdayî TMMOB, Odeya Tabîban a Enqereyê û ASMMMO dê têkildarî windakirina zarokan li ber YKM'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12:30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, dê ji bo cînayetên Eylul Yaglikara û Leyla Aydemir li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê dê li dijî OHAL û KHK'yan di hefteya 70'an de li pêş Îskeleya Karşiyaka ya Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)
* Gelek sazî û rêxistinên li Stenbolê dê têkildarî windabûna zarokan li Stenbolê daxuyaniyan bidin çapemeniyê. (19.00-20.00)