WAN - Derya Kaya ya 16 salî ku 10 roj berê winda bû agahî jê nayê girtin. Dotmama wê Pinar Kaya, got "Bila taliya Deryayê jî nebe wekî ya Leylayê" û alîkarî xwest.
Di rojên dawî de 5 zarok hatin revandin û windakirin. Piştî li Agirî, Enqere, Hatay, Sêrt û Amedê zarok hatin revandin û windakirin, niha jî zaroka 16 salî Derya Kaya 10 roj berê li Wanê winda bû. Derya, di 24'ê Hezîranê de winda bû û 10k rojin agahî jê nayê girtin. 10 rojin agahî ji Derya nayê girtin.
Dotmama Derya Pinar Kaya, serî li Qereqola 2 Nisanê da û diyar kir ku Kaya 10 rojin agahî jê nayê girtin. Kaya, anî ziman ku xwendin û nivîsandina dayika wê tune û wiha got: "Li ser îxbarê me polîs şand cihê bûyerê. Lê polîs neçû lêkolîn nekir. Li nava bajar bi sedan MOBESSE hene. Çima ev yek nayê şopandin. Piştî Leyla hat revandin û kuştî hat dîtin em dibînin Derya jî winda bû. Em bi fikar in ku encama Derya jî wekî ya Leylayê be.
Li gorî agahiyên qereqolê E.Ş. Derya piriye parkê. Herî dawî li Pazara Rûs hatiye dîtin. Li gorî agahiyan herî dawî Derya li Pazara herî qelebaliq ya Rusê hatiye dîtin. Em li benda alîkariyê ne. Em dixwazin bibin xwedî agahî. Yên ku zarokên me dît em dixwazin telefonî 0532 120 2913 / 0539 462 4669 bigerin û agahî bidin me.