BEDLÎS - Birayê zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç û di heman demê de berhevkarê çîrokên Kurdî Habîp Sagniç jiyana xwe ji dest da.
Birayê zimanzan ê yek ji damezrînerê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê Feqî Huseyîn Sagniç û di heman demê de berhevkarê çîrokên Kurdî Habîp Sagniç serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Hat diyar kirin ku Sagniç ji ber kêmbûyîna danûstandina bêhnê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sagniç di saetên nîvro de li Goristina Karşiyaka ya Bedlîsê li kêleka birayê xwe Feqî Hyseyîn Sagniç hat definkirin.
JI BO ÇÎROKÊN KURDÎ KEDEK MEZIN DA
Kurê Sagniç Ahmet Sagniç di merasîmê de axivî û wiha got: “Bavê min 90 salî bû. Nexweşiya wî ya ciğer û dil hebû. 10 rojbûn dibeşa lezgîn de cih digirt. Çîrokên Kurdî kom dikirin. 2 û 3 çîrokên wî bi xwe jî hebûn. Di salên cûda di girtîgehan de ma. Bavê min gelek çîrok kom kirin, lê nekarî binivîsine. Lê emê vê daxwaza wî pêk bînin. Serê hemû gelê Kurd saxbe.”