COLEMÊRG - HDP’ê li ji bo encamên hilbijartinê yên Colemêrgê li YSK’ê îtîraz kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Colemêrgê 3 wekîl qezenc kirin, lê di encama îtîrazên hatin kirin de wekîlek ji bo AKP’ê hat dayîn. HDP’ê di hemû îtîrazên kirin de, ji ber ku encam bi dest nexist, li Desteya Hilbijartinê ya Bilin a (YSK) îtîraz kir. HDP’ê piştî îtîraza kir, li avahiya partiyê kombû û civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Muazzez Orhan, parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş, Parlamenterên li Colemêrgê hatin hilbijartin, endamên Meclîsa Partiyê (PM), rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr beşdarî civînê bûn.
'CUDAKARIYÊ DIKIN'
Di civînê de parlamenrter Ozgukçe axivî û wiha got: “Hemû îtîrazên me kirin hatin redkirin. Lê îtîraza AKP’ê demildest qebûl kirin. Li vê derê bi awayekê pir zelal cudakarî hat kirin. Divê YSK’ê li gorî rastiyê biryar bide. Lêpirsîna YSK’ê bi girînge. Dest îro kom dibe û em li bendêne di biryara bidin de encamek erênî derbikeve holê. YSK biryara ku bide divê gelê Colemergê û wijdana hemû Tirkiyeyê rehet bike.”