ENQERE - Pisporan diyar kirin ku îstîsmar û êrîşên li dijî zarokan ku di rojên dawî de li ser hev pêş dikevin ne bûyerên asayî û ji rêzê ne. Pisporan anîn ziman ku li pişt van bûyeran otoriterî û civaka girtî heye. Pisporan, da zanîn ku mijarên darvekirin û xesandinê yên ku ketine rojevê ne çareserî ne."
Di 4 mehekê de çar zarok hatin windakirin. Piştî Eylul, Leyla, Ufuk, Yusuf… hatin revandin û windakirin cenazeyên Eylul û Leyla hat dîtin. Cenazeyên Eylul û Leyla hatin defin kirin. Li şûna ji bo parastina zarokan tedbîr bên girtin û xebat bê kirin, piştî van bûyeran rojeva “Xesandin û Îdamê/darvekirin" xistin rojevê.
632 ZAROK BI TUNDIYA DEWLETÊ HATIN KUŞTIN
Her çend geşedanên ku pêş dikevin wekî bûyerên munferîd ên ji aliyê 3-5 kesên sapik ve pêk tên bê nişandan jî li Tirkiye tundî, îstîsmar û êrîşa li dijî zarokan pir zêde ye. Li gorî daneyan ji sala 1988'an heta niha 632 zarok bi zext û tundiya dewletê hatin kuştin. 382 zarok di serdema AKP'ê de hatin kuştin. Di serdema AKP'ê de 250 zarok bi tundiya dewletê jiyana xwe ji dest dan. Di bûyera êrîşa zayendî ya Vakfa Ensar de, 115 zarok ducanî man. HDP û CHP’ê xwest komîsyon bê avakirin. Komeleya Zarokan a Gundem, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz û Komeleya Hiqûq Nasên Hemdem hatin girtin. Zarok TV demekê hat girtin.
PRZ. ERDOGAN: NE BÛYEREK JI RÊZÊ YE
Prz. Hasan Erdogan, diyar kir ku bûyerên pêk tên ne ji rêzê ne. li pişt vana bûyerên derûnî û civakî hene. Fikr û daxuyaniyên ‘Dikare bi zarokên 9 salî re têkeve têkiliya zayendî", "Mirov dikare li hemberî keça xwe haz hîs bike. û gotinên wekî wê rê li pêş tuniyê vedike. Prz. Erdogan, da zanîn ku dîsa wekî “Geşedanên tên kirin karê 3-5 kesên sapik in.
Erdogan, destnîşan kir ku bûyerên pêş dikevin wekî bûyerên ji rêzê û asayî tên nîşandan û wiha got: "Divê hikûmet û îktîdar sedema van bûyeran Lêkolîn bike û rê li pêş van bûyeran bigirin. Dîsa li ser van miraran “îdam” û "Xesandin" xistin rojevê. Îdam/Darvekirin û xezandin ne çareserî ye."
Sekretera Komeleya Psikologê Tirk (TPD) Ebru Ergin anî ziman ku hiş û feraseta “hişê zarokên çarpik" ava dike. Divê rê li pêş vê yekê bigirin. Ergîn, xwest berî her tiştî têkildarî vê mijarê komîsyon li meclîsê bê avakirin û komîsyon lêkolînê bike.
MA / Kenan Kırkaya