STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 768’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdanan malbata Ocalan a 82’yemîn jî hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Fuat Coşacak, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 768’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 767 caran serî li serdozgeriyê dan û dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.
SERLÊDANA MALBATAN RED KIRIN
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwişka wî Fatma û birayê wî Mehmet Ocalan bi navbeynkariya vasiyê Ocalan Prz. Mazlum Dinç, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Di hema demê de ji malbata Hamili Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayri Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca bi xizmên xwe re hevditin bikin bi riya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên siyasî ji 11'ê ÎLona 2016'an heta niha 82 caran serî li serdozgeriyê dan, lê Serlêdanên malbatan weke her demê hatin red kirin.