AMED - Li Farqînê Yûsûf Yilmazê 14 salî ku li bejahiya Taxa Malabadê heywanên xwe diçêrandin winda bû.
Li Taxa Malabadê ya navçeya Farqînê ya Amedê, Yûsûf Yilmazê 14 salî ku serê sibehê saet li dor 5'an ji bo çêrandina heywanên xwe ji mal derket winda bû. Nîvroj dema birayê wî xwarin jê re bir, dît ku Yûsûf ne li cihê xwe ye. Li ser vê yekê gundî tev geriyan û tevî cendirmeyan li herêmê li Yûsûf geriyan. Paşê noqkar hatin û rêya ava qenala Malabadê birîn û dest bi lêgerînê kirin.
Ji duh ve li herêmê bi Droneyan li Yûsûf tê gerîn, lê belê hîn jî nehatiye dîtin.