AMED – Heyeta HDP'ê piştî hilbijartinê li Amedê serdana partiyên kurd kir. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier derbarê serdanê de axivî û got: "Dê ji niha û pê ve diyaloga me ya bi partiyên kurd û kurdistanî re hîn bêtir birêxistinbûyî û bi awayekî pergaliyî bidome."
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî di nav de heyeta HDP'ê li Amedê serdana Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîs a Kurdistanê (PSK), Partoya Demokrat a Kurdistanê ya li Tirkiyeyê (PDK-T) û Partiya Însan û Azadiyê kir. Tevî rêvebera HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û rêveberên teşkîla bajêr, di dema serdanê de ji aliyê rêveberên partiyan ve hatin pêşwazîkirin. Rêveberên partiyan bi kêfxweşî serdan qebûl kirin û destnîşan kirin ku divê ji bo îtifaqê diyalogên wan dewam bikin.
'DÊ DIYALOGÊN ME BI AWAYEKÎ PERGALIYÎ DEWAM BIKIN'
Îmam Taşçier derbarê serdanan de axivî û got: "Me got divê diyalog dewam bikin û di warê pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd de divê gavên çawa bên avêtin me danûstendin kir. Em di warê dewamkirina diyalogan de em hevfikir bûn. Di serdanê de hat gotin ku divê xebatên me bi awayekî lez û bez bidomin. Me got, divê ew xebatên beriya hilbijartinê hatin kirin, divê piştî hilbijartinê divê ev yek bidome. Em di vî warî de jî hevfikir bûn. Dê ji niha û pê ve diyaloga me ya bi partiyên kurd û kurdistanî re hîn bêtir birêxistinbûyî û bi awayekî pergaliyî bidome."
Dê heyeta HDP'ê sibê jî serdana HAK-PAR, PDK-Bakur, DDKO û Tevgera Azadiyê bike.