AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li Îmraliyê bi berfirehî didome û li ser hemû civakê pêkanîn.”
Parlmanterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Hişyar Ozsoy li navçeya Farqînê ya Amedê bi gel re hatin cem hev. Hevdîtin li avahiya rêxistina HDP’ê ya Farqînê pêk hat rêveberên HDP û DBP’ê û gelek welatî tev li bûn.
‘SERKEFTIN A ME HEMÛYAN E’
Di hevdîtinê de Remziye Tosun axivî û got: “Kela berxwedanê Farqînê xwe di hilbijartinê de da nîşandan. Em spasiya xwe yek bi yek ji bo gelê Farqînê dikin. Gelê Farqînê serkeftinek mezin bi dest xist. Ev serkeftin serkeftina me hemûyan e.”
'TECRÎD BI BERFIREHÎ DIDOME Û PÊK TÎNIN’
Pişt re parlamenter Hişyar Ozsoy jî axivî û bal kişand ser tifaqa AKP’ê û MHP’ê û wiha got: “Vê tifaqê bi destpêkirina tecrîda li ser birêz Abdullah di 2015’an destpê kir. Beriya tecrîdê tevî hemû astengiyan jî pêvajoya çareseriyê du sal û nîv dewam kir. Lê di 5’ê Nîsana 2015’an de dest bi tecrîdek dijwar kirin. Îro hikumetek ku bêtir li civakê zilmê dike heye. Tecrîda li Îmraliyê bi berfirehî dewam dike. Vê tecrîda berifeh li ser tevahiya civakan û gelê kurd pêkanîn. Niha hemû welat bûye girtîgeh. Hemû kesî xistine bin tecrîdê. Dixwazin têkiliyê civakê ji hev qût bikin.”
Piştî axaftinan parlamenter ji navçeyê veqetiyan.