ERDEXAN – Îsmaîl Karakaş ê şivanê gund ku leşkeran ew kuşt defin kirin.
Li gundê Sînot a bi ser navçeya Gole ya Erdexanê ve leşkerên derketin operasyonê gule li şivanê gund Îsmaîl Karakaş barandin û jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Karakaş piştî kar û barên otopsiye cenaze ji morga Saziya Tiba Edlî ya Trabzonê wergergirtin û birin Erdexanê.
Malbat, xizm û gelek kes tev li merasîma cenazeyê Karakaş bûn. Cenazeyê Karakaş li goristana gundê Samandokenê ya bi ser naçveya Goleyê ve hat veşartin.