ENQERE - Bi hezaran kesên ku li Sêwasê li ber Otela Madimakê kom bûn, daxwaza edaletê dubare kirin. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen axivî û got: “Divê ji hişmendiya ku mirovan dişewitîne hesab bê pirsîn. Li hemberî 33 qurbaniyên vê komkujiyê berpirsyarî û deynê stûyê me ye ku em Tirkiyê bi hev re saz bikin.”
Bi boneya 25'emîn Salvegera Komkujiya Sêwasê, bi hezaran kesê ku ji Tirkiye û her deverên cîhanê hatin, serê sibê li ber Cemxaneya li Taxa Alîbaba ya Sêwazê li hev kom bûn.
Girseya ku li vir bi hev re taştê xwar, bi komî çûn ber otela ku 33 kes lê hatibûn şewitandin. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, parlementerên HDP û CHP’ê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
BERXWEDANA KAWAYÊ HESINKAR HAT BÎR XISTIN
Di meşa ku li Taxa Alîbaba destpê kir de, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan û tembûr hatin rakirin û dirûşmeyên, “Maf, hiqûq û edalet”, “Dewleta kujer dê hesab bide”, “Ên sêwaz şewitandî yên AKP damezrandî ne” hatin berzkirin. Ji destpêk heta dawiya meşê peyamên yekîtî û bi hevrebûnê hatin berzkirin û berxwedana Kawayê Hesinkar hat bibîrxistin.
‘MIROVAHÎ JI BO SÊWAZÊ’
Girseyê pankartên ku li ser “Silav be li kesên bi agir semahê digirin”, “Em ê nebin elewiyên dewletê, “Bila madimak bibe pêşangeha şermê”, “Edalet dê bi destê gelan pêk bê” nivîsandî rakirin. Her wiha girseyê pankarteke ku li ser “Ji bo Dersimê, ji bo Gurgumê, ji bo Çûrûmê, ji bo Sêwazê, ji bo mirovahiyê” hate bilindkirin.
MALBATAN QURNEFÎL DANÎN
Piştî meşê bi hezaran kes li pêşiya Otele Madimakê ya berê ku îro Navenda Çand û Zanîn ya Rêveberiya Taybet a Bajar e kombûn. Li pêşiya avahiyê polîsan bend danîn û tenê destûr dan ku nûnerên partiyên siyasî û malbatên cangoriyên qetlîama Madimakê biçin nêzî avahiyê bibin. Malbatan berê biryar dabûn ku heta otel nebe ‘muzeya şermê’ wê neçin avahiyê. Endamên partiyên siyasî û malbatan qurnefîl danîn cihê ku komkujî lê qewimîbû.
‘EM DEYNDARÊ 33 CANA NE’
Di bernameyê de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen axivî û diyar kir ku li pêşiya wan pirsgirêken cidî hene û wiha: “Ew jî bi hişmeniya ku mirovan dişewitîne re rû bi rû mayin û hesap pirsîn e. Welateke ku ji ber baweriyê ti ferq û cûdahî nine û hemu gel werin li ba hev; Li Tirkiyeyê ku jiyaneke azad û wekhev were pêkanîn û pêkanîna vê berpisyartiyê em denydarê 33 can in.”
‘MADIMAK BERPIRSYARIYA MÛXALEFETÊ YE’
Bîlgen destnîşan kir ku hatina gel hev ya dînamîkên mûxalefetê ji bo cangoriyên Madimakê berpisyariyeke û wiha domand: “Tevî ku li i ser vê vahşetê re 25 sal derbas bûn jî hê bi vê re rû bi rû ne maye ev dewlet û ev yek jî şerma herî mezin a vî welatî ye. Ger di sala 1993’an de em bi vê vahşetê re rû bi rû bimana û ger me lêpirsîneke cidî, darizandineke bi bandor pêk bianiya, di heman demê de vêya di nava wijdana civakê de mehkum me bikira û di van 25 salan de wê me şahidiya bûyerên din yên tarî, şewitandaina mirovan, qetilkirina mirovan nekirba. Li vî welatî ger berê hemû dînamîkên mûxalefetê pêşbiryarên xwe derbas kirîba û li hev bicviya, li dijî cangoriyên Madimakê ev berpisyartiya wan ya wijdaniney. Em weke HDP em ê vê hewldanê bikin û dinava lêgerînan de bin ev erk û berpisyartiya me ye.”
‘HETA KU BIBE MUZEYA ŞERMÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan jî wiha got: “Ev tam 25 sal e em li vir hesab pirsînê didomînin. Heta ku em vê derê nekin ‘Muzeya Şermê’ wê têkoşîna me bidome. Di 26’emîn a salvegerê de wê ev der bibe Muzeya Şermê.”
Merasîm bi nîşandana semayê dewam kir.