ENQERE - HDP, Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û DÎSK'ê kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. HDP'ê got: “Feraseta ku komkujiya Sêwasê kir û ya niha wekî hev e.”
Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand.
‘ÊRÎŞKAR HATIN PARASTIN’
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:
“25 sal derbas bû. Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de rewşenbîr û hunermendên ku çûbûn Şahiya Pîr Sûltan Abdal, li Otela Madimakê hatin qetilkirin.
Gelek sal ji ser vî tiştî derbas bû lê birîn nehatin pêçandin. Êrîşkar ji aliyê saziyên dewletê hatin parastin. Dewletê li qetlîama 2’ê Tîrmehê temaşe kir û di heman demê de nehişt ku bila pêvajoya darizandinê jî bi awayekî adilane bi encam bibe.
Civaka Elewî ji ber ku xwedî li çand û nasnameya xwe derket, her tim cihêkarî li ser wê hate kirin û êrîş li ser wan hate kirin.
Ev komkujî ew ê tu carî ji bîra me neçe. Di vê komkujiyê de sûcên nefretê û cihêkarî bi awayê herî hovane tê kirin.
Feraseta ku komkujiya Sêwasê kir û ya niha wekî hev e. Em careke din cangoriyên Komkujiya Sêwasê bi bîr tînin û girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo pirsîna hesabê van komkujiyan diyar dikin.”
DEMÎRTAŞ: ÊŞ KÊM NEBÛYE
Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne jî bi boneya Komkujiya Sêwasê peyamek şand. Demîrtaş got: "25 sal e ji bo êş bê kêmkirin, tu gavek nehat avêtin."
ÇERKEZOGLU: EW AGIR VENEMIRIYE
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şorşeger (DÎSK) Arzû Çerkezoglu jî bi boneya bîranîna salvegera komkujiyê peyamek nivîskî weşand û wiha got: "Agirê li Sêwasê ev çaryeke yê sedsalê ye nehatiye vemirandin. Em cangoriyên xwe yên li Sêwasê carek din bibîr tînin."