AYDIN – Dengdêrên HDP’ê yên li Aydinê li benda encama serlêdana ji bo deng ji nû ve bên jimartin ku serî li YSK’ê hatibû xistin sekinîne. Dengdêran got: “Çawa em li Mûşê mafdar derketin. Em ê li Aydinê jî ji sedî sed mafdar derkevin.”
Rêxistina HDP’a Aydinê li dijî 16 hezar dengên ne derbasdar serî li Desteya Hilbijartinê ya navçeya Efeler dabû. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ewil serlêdanê qebûl kir û piştî jimartinê dest pê kir red kir. HDP’ê li ser vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da. Lê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî serlêdana HDP’ê red kir. HDP vê carê mijarê bir Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û îtîrazî encaman kir. Çavên dengdêrên HDP’ê yên li Aydinê li ser biryara ji YSK’ê bê ye.
‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’
Hudeyda Guneş diyar kir ku vîna wan hatiye xespkirin û got: “Bi salan e dewlet xwe bi diziya dengan li ser piya digire. Tu demê hilbijartinek bi edalet pêk nehat. Gel bi hewldanên xwe xwedî li dengan derket. Armanca AKP’ê ew e ku 301 wekîl bistîne û ji MHP’ê xelas bibe. Em li benda biryara YSK’ê ne. Ev gel tu demê dest ji têkoşîna xwe bernade. Heta dinya ava be wê wisa dewam bike. Em ê xwedî li wekîl û vîna xwe derkevin.”
‘EM BERNADIN VÊ TÊKOŞÎNÊ’
Sîmensa Yuce jî destnîşan kir ku tu demê zext û êrîşên li ser HDP’ê kêm nebûn û wiha got: “Ji bo AKP 301 qoltixan bi deng bixe û xwe ji MHP’ê xelas bike, serî li her rêbazî dide. Hemin ku hilbijartinek bi edalet pêk hat, bila bihêlin ku jimartina li Aydinê pêk were. Hevrikên herî mezin ên AKP’ê û Erdogan HDP û Demîrtaş in û ji ber vê yekê zextan dikin û hemû di girtîgehê de ne. Ji bo deng bi awayek zelal bên jimartin, wek gel çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
‘MAFÊ WEKÎLEK ME XWARIN’
Ramazan Dogan jî anî ziman ku HDP’ê di rêjeyek bilind deng bi dest xistin û wiha axivî: “Li gorî serdemên berê dengên me zêde bûn. Em dizanin ku teqez dengên me dizî kirin e. Her tişt li ber çavan e û naxwazin ronî bikin. Dixwazin bi her awayî HDP’ê têk bibin. Wek gelan me qezenc kir. Mafê wekîlek hat xwarin. Dengan dizîn û bi diziyê wekîlek derxistin. Em ê destûr nedin wan. Em ê vê neheqiyê qebûl nekin. Niha jî çavê li ser biryara ji YSK’ê were ye. Çawa em li Mûşê mafdar derketin û wê li Aydinê jî ji sedî sed mafdariya me derkeve holê.”