MÊRDÎN – Li gundê Şemika Şemrexê bi salan e li ser eraziyên gundiyan xebata fosfatê tê kirin. Gundî li dijî vê nerazîbûnên xwe tînin ziman û makîneyên kar xwestin dest bi kar bikin lê gundiyan pêşiya makîneyan girt.
Li gundê Şemika a Şemrexa Mêrdînê ji sala 2011’an ve Şîrketa Lêgerîna Sifir a Etî ya girêdayî Holdînga Cengîz dixwaze li ser erdê gundiyan fosfoat û gubreyê derxe. Vê sibê dîsa makîneyên kar xwestin dest bi kar bikin, lê gundiyan pêşiya makîneyên kar girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Piştî gundiyan dest bi çalakiyê kir, rayedarên şîrketê bangî leşkeran kirin. Leşker bi maşîneyên zirxî hatin gund û têketin û derketina gund girtin. Sekna welatî û leşkeran a li hember hev didome.
Welatiyan destnîşan kir ku şirket nêzî AKP’ê ye û ji bo berjewendiyên xwe li gundê wan talanê pêk tîne. Welatiyan da zanîn ku dixwazin gundên wan vala bikin û ew jî li dijî vê derdikevin.