HEWLÊR - Li gor rêjeyên derketin holê li Herêma Kurdistana Federal çekên ku tê gotin ji Tirkiyê tên di bazaran de bi awayek serbest tên firotin û dibe sedema kuştina gelek kesan. Hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 17 kes bi van çekan hatin kuştin. Li gel vê yekê hikûmeta Başûrê Kurdistanê tu tedbîran nagire.
Di salên dawî de gelek kuştin an jî xwekuştin li Herêma Kurdistana Federal her ku diçe zêdetir dibin. Li gor agahiyan ev rewş ji ber ku di bazarên bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê de bi awayek serbest tên firotin û ji bo pêşî lê bê girtin tu tedbîr nayên girtin, her ku diçe zêdetir dibe. Hat destnîşankirin ku di nava 10 rojên dawî de kuştina 17 kesan wek mînak tê nîşandan.
BIHAYÊ ÇEKAN DAKETIYE 100 DOLARÎ
Di van çend salên dawî de ji ber têkçûyîna rêveberîya hikûmetê, nebûna qanûnek bi bandor, krizên siyasî, aborî û civakî herêma Kurdistanê ketiye rewşekî pir aloz. Bajarên herêma Kurdistanê bi taybetî, Hewlêr bûye navenda firotina çekên bê destûr. Li gorî agahiyan, ev çek ji Tirkiyeyê derbasî herêma Kurdistanê dibin û di bazaran de bi awayekî serbest bi 100 dolarî difroşin hemwelatiyan. Ji ber zêdebûna van çekan li hemû bajarên herêma Kurdistanê kes li kolanan tên kuştin, an jî xwe dikujin. Her roja diçe revandina kesan, kuştin û talankirin ji alîyê kes an jî kesên nasnameyên wan ne diyar ve zêdetir dibin. Di rewşeke wihan de her ku roja diçe herêma Kurdistanê ber bi rewşek xirab û pêşerojekê metirsiyê ve diçe.
BI VAN ÇEKAN DI NAVA 10 ROJAN DE 17 KES HATIN KUŞTIN
Li herêma Kurdistanê li bazarên gel ji ber zêdebûna firotina çekên bê destûr rojane dibin sedema mirina gelek kesan. 17 bûyerên di nava 10 rojan de pêk hatin wiha ne:
* Di dîroka 27'ê Hezîran 2018 de demjimêr 23:30’’an de hemwelatiyê bi navê M.H.Q, (34) ku xwecihê taxa Kêwereş a Ranya ye, dema li nahiya Çarqurne taxa Yekitî li mala xizmê wî yê bi navê K.M.M bazara çek dikirin, fişek di destê wan de teqiya û jiyana xwe ji dest da.
*Di 27'ê Hezîran 2018’an de ciwanê bi navê Karwan İbrahîm (27) li qezaya Mêrgesor’ê di demjimêr 14.00 ‘an de tê îdeakirin ku bi guleyekê xwe kuştiye. Karwan Îbrahîm ku xwendekarê pola 12’ê de bû, di heman demê de pêşmerge bû.
* Di 26’ê Hezîrana 2018’an de ciwanê bi navê Mehemed Kemal Ebdullah (17) di Mizgefta Ebubekir Sedîq a li navçeya Pênciwên daliqandî hat dîtin. Ligel daliqandî hatî dîtin jî li ser termê Ebdullah şopên guleyê hatî dîtin, lê sedema mirina wî nehate zanîn.
* Di 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Tasluce ya girêdayî parêzgeha Silêmanî’yê, du hemwelatî ji ber sedemên civakî bi çekan hatin kuştin. Her du kesên ku navên wan nehat zanîn, tê gotin ku yek ji wan rêveberê Pêşmergeyên heremê ye. Hat diyarkirin ku di buyerê de 3 maşîne, 3 qileş û 2 demance hatin desteser kirin û buyer ji alîyê polisan ve tê lêkolînkirin.
* Hat destnîşankirin ku li bajarê Hewlêr li ser caddeya 100 metrî, du kesên nasnameya wan nehat hînbûn bi çek êrîşê ser kargehekî dikin û di encamê de du kes bav û kur navên wan nehat zelalkirin hatin kuştin. Heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.
* Hat îdeakirin ku li taxa Asude ya navçeya Çemçemal ciwanekî 18 salî bi du guleyan dawî li jiyana xwe anî. Buyer ji alîyê polisan ve tê lêkolînkirin.
*Di 21’ê Hezîrana 2018’an de li ser rêya Keznezan û Hewlêr ciwanek xelkê Koyê ji alîyê keseki ne diyar ve bi çekê hat kuştin. Sedema bûyerê nehat zanîn.
* Berîya vê buyerê li Hewlêr kesekî 27 sal ji ber sedema ku şikandina otomobilê ji alîyê xwedîyê wê ve hat kuştin.
* Disan du roj berê li Hewlêr taxa Koran ciwanek bi navê Nebî Eziz bi heman sedemê li mala xwe ji alîyê keseki ve bi çar guleyan li ber derîyê mala xwe hat kuştin.
* Di 20’ê Hezîrana 2018’an de kesekî 28 salî li bajarê Helebçe hat îdeakirin ku bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anî. Sedemê xwe kuştina wi ji alîyê polîsan ve tê lêkolîn kirin.
3 JI WAN JIN IN
Hat destnîşankirin ku ji van 17 bûyerên kuştinê 3 ji wan jin in.
*Di 25’ê Hezîrana 2018’an de hat îdeakirin ku jineke navê wê nehat zanîn di Girtîgeha Çaksazî ya Jinan a Hewlerê di cihê serşoyê de daliqandî hatî dîtin. Hat diyarkirin ku jin du roj berê ji ber sedemên civakî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre jî biribûn girtîgehê.
*Di 24’ê Hezîrana 2018’an de, jinekî ciwan temen 26 sal li senterê Jinan a li taxa Qirge ya bajarê Silêmanî daliqandî hatiye dîtin û jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha di heman rojê de jinekî din a ciwan ji ber sedemeke ne diyar agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
Li Hewlerê texsiyên bê plaqe û perçeyên çekên bê destur hatin girtin
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, di rêgiriya kontrolkirina rêya deşta Hewlêr de çend parçeyên çekan, kêr, alavên boksê, otomobîlên cam reş û bê plaka hatin desteser kirin. Hêjayî gotineye ku di hefteya dawîde li herêma Kurdistanê bi dehan kes xwe bi van çekan kuştine yan ji hatine kuştin.