* Sedat Firat ê li gundê Elemûn ê Qilabatê dema tevî gundiyên hatin binçavkirin li wesayîta zirxî hat siwarkirin û wexta wesayîta zirxî qulibî bi birîndarî rizgar bû, diyar ku leşker zû dajot û got: “Leşkeran mûdaxileyî birîndaran nekirin. Ekîbên ambulansê jî, berî mûdaxileyê kesên rewşa wan giran bikin, mûdaxileyî leşkeran kirin.”
* Krîza aborî li Edeneyê, atolyeyên tekstîlê yên bi dolaran dixebitin, paqij kirin. Nêzî 2 hezar atolyeyên li Edeneyê heyîn, ket bin hezarî. Xwediyê atolyeya tekstîlê Nuretttîn Ay ê 12 salin karê tekstîlê dike, diyar kir ku tişta dibe bi dikandarên biçûk dibe.
* Li gor rêjeyên derketin holê li Herêma Kurdistana Federal çekên ku tê gotin ji Tirkiyê tên di bazaran de bi awayek serbest tên firotin û dibe sedema kuştina gelek kesan. Hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 17 kes bi van çekan hatin kuştin. Li gel vê yekê hikûmeta Başûrê Kurdistanê tu tedbîran nagire.
* Bi boneya 25'emîn komkujiya Madîmak a Sîwasê, dê li ber Otela Madîmak bîranîn bê lidarxistin. (12.00)
* Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Seher Taşkin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin.