AMED - Parlamenterên HDP’ê yên li Amedê hatin hilbijartin çûn serdana dikandar û welatiyên navçeyan û spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li Amedê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hatin hilbijartin, Remziye Tosun, Salîha Aydenîz û Selçuk Mizrakli, çûn serdana dikandar û welatiyên navçeyên Lîcê, Pasûr û Hênê yên Amedê û spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin. Bi sedan kes û rêveberiyên Rêxistina Bajêr a HDP’ê bi parlamenteran re geriyan û rastî eleqeyek mezin a dikandar û welatiyên navçeyan hatin. Parlamenterên HDP’ê ji ber piştgiriya dikandar û welatiyên di 24’ê Hezîranê de dan wan, spasiyên xwe pêşkêş kirin û gotin: “Ji bo em daxwazên gel bibin Meclîsê emê hewldanên xwe zêdetir bikin. Em her tim bi gel re têkoşîna xwe bi rêve bibin.” Dikandar û welatiyan jî, ji bo dema nû serkeftin ji wekîlan re xwestin.
Wekîlên HDP’ê piştî serdana navçeyan vegeriyan Amedê.