ERDEXAN - Malbata Şivan Îsmaîl Karakuş ê leşkeran li gundê Sînotê yê Goleya Erdexanê kuştin, cenazeyê wî ji saziya Tipa Edlî ya Trabzanê wergirtin. Cenazeyê Karakaş dê li gundê Sînotê yê Golê bê defin kirin.
Li Navçeya Gole ya Erdexanê, leşkerên derketin operasyonê li ser şiveanê gundê Sînotê gule berandin û şevanê gund Îsmail Karakaş kuştin. Piştî şivan ÎSmail Karataş kuştin, cenazeyê wî ji bo otopsiyê duh birin Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê. Piştî rapora otopsiyê hat kirin, malbatê cenazeyê Karakaş, ji ATK'ê girtin. Malbat dê cenazeyê Karakaş li gundê Sînotê yê Golê defin bikin.