ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê Osman Paksoy ê 11 salî ku maşina agirkujê lê qeliband, jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Rîpînê ya Qilebana Şirnexê maşina agirkujê li zarokê 11 salî Osman Paksoy qeliband. Di bûyerê de Paksoy ê 11 sali li cihê bûylerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Paksoy ji bo rapora otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê Paksoy dê li Goristana Taxa Yeşilyuva bê definkirin.
Nehat zanîn ku ajokar hat binçavkirin ya na.