AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi daxuyaniyekê komkujiya Sêwasê ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de pêk hat şerezar kir û got: "Em ê tu carî komkujya Sêwazê ji bîr nakin û nedin jibîrkirin!"
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 25'emîn salvegera Komkujiya Sêwasê, daxuyaniyek nivîskî da û komkujî şermezar kir. KDC'ê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest danîn jî bibîr anî û diyar kir ku ewê tu cari komkujya Sêwazê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin." KCD'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de li ser gelên Anatolya û Mezopotamyayê polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên herî tarî û qirêj meşandin. Ji van komkujiyan yek jê Komkujiya Sêwazê ya di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de li otela Madimakê 35 rewşenbîrên elewî bi awayekî zindî lê hatin şewitandine."
KCD'ê da zanîn ku komkujiya Sêwazê berdewama pêkanîn û polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e û wiha got: "Di bingeha xwe de li hemberî gelan, baweriyan, îbadetxaneyan, çandan, hafiza û hebûna wan pêk hatiye. Di encama polîtîkaya avakirina yek civakî komkujiya Sêwazê pêk hat û hişmendiya faşist “herkes tirk e, her kes misilman e, her kes sunî ye, her kes zilam e” ev sedsal in tê meşandin xistin meriyetê. Bi komkujiyên Dersîm, Gurgum, Çorum, Gazî, Gezî, Roboskê û bi wêrankirina bajar û navçeyên wekî Sûr, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Şirnex û hwd. bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr ên li kolanan û di jêrzemînan de bi awayekî hovane hatin qetikirin. Bi van komkujiyan ev polîtika hatiye zêdekirin û kûrkirin."
HIŞMENDÎ DIDOME
KCD'ê destnîşan kir ku hişmendiya ku komkujşya Sêwazê pêk anî, di pêvajoya hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi tifaqa AKP-MHP derket pêşberî wan û wiha bi dawi kir: "Kujerên ku komkujiya Sêwazê pêk anîn û çeteyên DAİŞ’ê yên ku mirovan zindî şewitandin xwedî heman hişmendiyê ne û êdî derket holê ku ev her du alî jî ji bîrdoziya dijminatiya mirovahiyê, nîjadperestî, faşîst xwe xwedî dikin. Li ser vê komkujiyê bîst û pênc sal derbas bûn û ligel vê yekê jî hêj rû bir û nehatine û ev jî nêrîna bloka faşîst a îktîdarê bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Em 25’emîn salvegera komkujiya Sêwazê bi tundî şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku yên çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine, yên ku wan teşwîq kirine, hemû aliyên tarî û qirêj li hemberî mirovahiyê, dad û hiquqa gerdûnî bên darizandin û rojên ku hesabê vê komkujiyê bidin nêzîk e.Divê hemû hêzên demokrasiyê diparêzin li hemberî dîktatoriya faşîst li dora demokrasiyê kom bibin û têbikoşin. Bersiva herî di cih de ya li hemberî komkujeran ev e. Em di baweriya ku hewceyiya lezgîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ev e û em hemû kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin. Em ê nirx û emaneta wan a Demokrasî, Edalet û Azadiyê û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê Tu Carî Komkujya Sêwazê Ji Bîr Nekin û Nedin Jibîrkirin! KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK"