* Li Wanê ji ber kukîloya kayê bûye lîre û nîv, sewalvan ji bo heywanên xwe xweyî bikin dest bi dirûtina giya kirin.
* Îdinameya rojnamevan Gokhan Oner ku di 28'ê Nîsanê de li Denîzliyê hat girtin hat amadekirin. Di îdianameyê ji ber ku Oner di DÎHA'yê de xebitiye wekî "endamê rêxistinê" hat tawanbarkirin. Her wiha herçar kesên ku b Oner re hatin binçavkirin jî, stranên kurdî yên di telefona wan de wekî hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin nîşandan.
* Jinên dersimî, diyar kirin ku ew di JIN TV'yê de ne weşangeriyeke ku bindestiya hevcinsên wan vedibêje, ew weşaneke ku serketina hevcinsên wan vedibêje dixwazin.
* Li gundê Elemûnê Alî Olmezê 16 salî dema tevî gundiyên hatin binçavkirin li wesayîta zirxî hat siwarkirin, wexta wesayîta zirxî qulibî mir. Derket holê ku kekê wî Macît Olmez jî di sala 2015'an de di bombebarana balafirên şerî F-16'an de miriye.
* Dê bi boneya 25'emîn salvegera Komkujiya Sêwazê, li baxçeyê Cemxaneya Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Amedê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. (18.00)
* Di çarçoveya 26'emîn Hefteya Rûmetê de dê li Kolana Îstîklalê ya Taksimê Meşa Rûmetê û 16'emîn İstanbul LGBTÎ bê lidarxistin. (18.00)
* Bi minasebeta 25’emîn salvegera komkujiya Sêwasê dê Şaxa Çand û Hunerê ya Pir Sultan Abdal, li baxçeyê Cemxaneyê ya Amedê bernameya biranînê pêk bînin. (18.00)