AMED - Parêzera parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven Prz. Cemile Balsak, têkildarî rewşa Guven diyar kir ku ewil berdan û piştre li ser îtîraza dozger dîsa girtin û bi vî rengî hiqûq xistine nava 10 deqîqeyan.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, duh hat berdan. Lê li ser vê yekê dozgeran dîsa îtîraz kir û li ser îtîraza dozgeran Leyla Guven dîsa hat girtin. Parêzerê Leyla Guven Prz. Cemile Balsak, diyar kir ku 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Guven de biryara berdanê da û bi lez dozger îtîraz kiriye û li ser îtîraza dozger dîsa hatiye girtin. Prz. Balsak, anî ziman ku bi lez û bez dîsa biryara girtinê dane û hiqûq xistine nava 10 deqîqeyan.