STENBOL - Komîsyona Girtîhan a ÎHD’a Stenbolê, di “Rûniştina F” a 327’emîn de xwest girtiyê nexweşiya dil ê rewşa wî giran Sabrî Kaya bê berdan.
Komîsyona Girtîhan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş mîna her hefteyê, vê hefteyê jî “Rûniştina F” a 327’emîn li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila Sabrî Kaya bê berdan”, “Tecrît dikuje û piştevanî dide jiyîn” û “Derman kirin mafe, nayê asteng kirin” vekirin û dirûşmên “Ji îşkenceya tazî re êdî bese” û “Ji OHAL’ê re êdî bese” berz kirin.
‘MIRINAN ZÊDETIR DIKE’
Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa Sabrî Kaya yê bi nexweşîna dil a kronîk û wiha axivî: “Girtiyên nexweşîna giran nayên derman kirin. Bi vê yekê dermanên wan jî nayên dayîn dayîn. Rewşa girtiyê nexweşîna dil ê kronîk û ji sedî 24 fonksiyonên dilê wî dixebite Sabrî Kaya ne başe. Kaya di sala 2010’an de li navçeya Ceyhana Edeneyê hat binçavkirin û girtin. Kaya sê salan li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hat girtin û cezayê muebetê li wî hat birîn. Kaya 8 salin di girtîgehê deye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Osmaniyê dimîne.”
‘DERFETÊN GIRTÎGEHÊ RÎSKÊ ZÊDETIR DIKE’
Bekîn, da zanîn ku Kaya 55 saliye û wiha bilêv kir: “Kaya berî bê girtin, nexweşiya dil pê re hebû. Piştî ket girtîgehê rewşa wî girantir bû û nexweşiya wî pêş de çû. Kaya di girtîgehê de du caran ji dilê xwe hat emeliyat kirin. Bijîşkên Kaya emeliyat kirin, gotin ku divê ‘pîlan li dilê’ Kaya bixin. Riska ku carek din Kaya bê emeliyat kirin heye. Derfetên girtîgehê vê rîskê zêdetir dikin. Divê nexweş tim dibin çavdêriyê debe. Lê mehê carekê Kaya di ringê de dibin nexweşxanê.”
‘ATK DAXWAZA BERDANÊ RED KIR’
Bekîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ligel nexweşiya dil, nexweşiyên cîdî yên Kaya hene. Kaya di sala 2013’an de gava destpêkê hat emeliyat kirin ji bo sê mehan înfaza wî rawestandin, lê tenê 2 mehan karî ligel malbata xwe bê dermankirin. Kaya dûre birin girtîgehê û ligel ku rapora wî ya Lijneya Tenduristiyê hebû jî, Desteya Tipa Edlî (ATK) di sala 2016’an de daxwaza berdana Kaya red kir.”
Piştî axaftina Bekîn, çalakî bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû.