AYDIN - HDP’ê ji bo li Aydinê 16 hezar dengên ku nehatin hesibandin ji nûve bên jimartin, dîsa bên ji martin piştî lijneya navçeyê daxwaz red kir serî li Lijneya Bajar a Aydinê da. Lijneya bajar îmze avêt bin biryara skandal û diyar kir ku ji ber biryara lijneya hilbijartinê ya redê tune serlêdana HDP'ê red kir.
Di hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Parlamenterî û serokomariyê ya ne fermî; CHP 3, AKP 4, ÎYÎ Parti 1 wekîl deristin. Li bajar 16 hezar deng nehatin hesibandin û şewitandin. Ji bo 16 hezar dengên ku nehatine hesibandin ji nûve bên jimartin HDP'ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Lijneya Bajar daxwaza HDP'ê red kir. Ewil HDP'ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Efelerê da. Piştî 2 endamên lijneyê xwe paşve kişandin daxwaza jimartinê betal kirin.
Li ser vê yekê HDP'ê vê carê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar dan. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar jî bi hinceta serlêdana şaş kirine daxwaza HDP'ê red kir. Lijneya Bajar di bersîvê de diyar kir ku ji ber Hevserokê Bajar ê HDP'ê di daxwaznameyê de li gorî xala 112'an a Zagona Hêjmar 298 delîlên şênber tune û qala serlêdana Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê nekiriye" red dikin. Lê derket holê ku HDP'ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya NAvçeyê daye û lijneyê daxwaza HDP'ê red kiriye.
Hevserokê HDP'ê yê Aydinê Bariş Goze diyar kir ku biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Em dê serî li YSK’ê bidin. Em li gorî rewşa asayi wekîlekî bi 12 hezar dengan derdixin. Em dibînin ku 14 hezar deng dane MHP’ê. Wekîlê ku me derxistiye ji destê me girtine. Mafê me xezp kirine. Ji bo deng ji nûve bên jimartin serlêdan u têkoşîna me dê bidome."