AMED - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê, di çalakiya 490’emîn de aqûbeta Çayan Çîçek ê di sala 1994’an de li navçeya Lîcê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên wandayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 490’emîn de çalakiya rûniştinê li avahiya komelê pêk anîn. Xizmên windayan, malbata endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Parêzer Muhterem Suren ku di rojên derbas bûyî de jiyana xwe ji dest da û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêyên windeyan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Heya niha lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û nûnerên desthilatdariya siyasî bi zirxên darazê hatine parastin.”
‘RASTÎ ÊRÎŞÊN PERGALÊ HAT’
Birayê Prz. Muhterem Suren Bîlal Suren jî axivî û bal kişand ser lêgerîna birayê xwe yê ji bo welatiyên rastî îşkenceyên dewletê hatin. Suren, diyar kir ku birayê wî jî mîna hemû kesên barê têkoşînê dan ser milê xwe rastî zextên faşîzan ên pergalê hat û wiha got: “Lê tu carî nekarîn wî çavdirsandî bikin. Nekarîn me jî çavtirsandî bikin. Carekê birayê min gotibû ‘Vîna bi rastiyan re rû bi rû mayîn danenin holê. Heya ev vîn derneke holê, emê rastî bûyerên wiha bên.’ Em hevî dikin ku tu carî bûyerên wiha rû din û serê gelê me saxbe.”
Dûre Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD’ê Amedê Hasan Yalçin, çîroka astengdarê çav nabîne Çayan Çîçek ê li navçeya Lîcê ya Amedê di sala 1994’an de hat windakirin xwend. Yalçin di dewama axaftina xwe de wiha got: “Malbta Çîçek ê li gundê Dernek ê Lîcê dijiya, bi çotkarî û sewalkariyê derbara xwe dikirin. Leşkerên Feramdariya Cendirmeyan a Navçeya Lîcê di 10’ê Gulana 1994’an saet 06.00 sibehê bi ser gund digirin. Leşker piştî kontrola nasnameyan Ramazan Akyol, Fevzî Fîdantek, Mehmet Ozînekçî, Mehmet Demîr, Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek dikin binçavan û dibin Dibistana Herêmî ya Şevînî ya Lîcê. Lê vê derê îşkenceyek giran li van kesan tê kirin. Piştî çend roj şûn de ji derveyî Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek hemû gundiyên din tên berdan. Ligel hemû lêgerînên malbatê, carek din agahî ji Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek nayê girtin.”
‘DI BAXÇEYÊ MALÊ DE BINÇAV KIRIN’
Yalçin, da zanîn ku 17 roj piştî bûyerê di 27’ê Gulana 1994’an de hêzên ewlekariyê kurê Tahsîn Çîçek Çayan Çîçek (19) ê li baxçeyê malê rûniştibû kirin binçavan û wiha got: “Roja ku Çayan Çîçek hat dinê çavên wî kor bûn. Pîrika Çîçek Hamsa Çîçek, difikire ku dibe nasnameya neviyê wê ne li gel wî be ji bo wê binçavan kirine û rojek piştî binçavkirinê nasnemya neviyê xwe digire û diçe Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Lîcê. Leşkerên li nasnemê mêze dikin, dibêjin keseke wiha gel me ne dibin çavan deye. Pîrika Çîçek paşve vedigere malê û ji wê rojê û şûn de agahî ji Çayan Çîçek nayê girtin.”
‘BINÇAV KIRIN ÎNKAR KIRIN’
Yalçin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hamsa Çîçek a agahî ji du kur û neviyê xwe Çayan Çîçek negirtin, serî li hemû saziyên berpirsiyar da, lê tim bê encam ma. Dûre serê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME ji bo Tahsîn Çîçek û Alî Îhsan Çîçek Tirkiyey mehkûm kir. DMME ji bo Çayan Çîçek jî bi hinceta derbarê binçavkirina wî de tu delîl tuneye ser dosyayê girtin.”
Piştî rûniştina 5 deqeyan, çalakî bi dawî bû.