STENBOL – Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu di hefteya 692’yemîn a çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û got: “Desthilatdariya siyasî mîna Tansu Çîller û Mehmet Agar bi kujeran re hevkariyê dike. Em ê li dijî wan hevkaran têbikoşin.”
Dayikên Şemiyê di hefteya 692’yemîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê dewam kirin. Pankarta “Kujer diyar in, bila winda bên dîtin” vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hildan. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Musa Pîroglu û Huda Kaya, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û gelek Mirovên Şemiyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7’ê hezîrana 1995’an de di binçavan de windakirin pirsîn.
‘MÎNA ÇÎLLER Û AGAR BI KUJERAN RE HEVKARIYÊ DIKIN’
Di çalakiyê de ewil Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu axivî û diyar kir ku mirovên li Qada Galatasarayê rûdinên pêvajoyên herî giran derbas kirin û got: “Desthilatdariya siyasî bi salan e li şûna aqûbeta windayan bibîne, kujeran vedişêre. Desthilatdariya siyasî mîna Tansu Çîller û Mehmet Agar bi kujeran re hevkariyê dike. Em ê li dijî van têbikoşin.”
Pişt re xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de di binçavan de windakirin Masîde Ocak jî wiha got: “Ez dixwazim vê gotina bavê xwe bibîr bixim, ‘Îro ji sibê çêtir e.’ Gotina wî ji bo îro hatiye gotin. 22 sal derbas bû û em 22 salên din li paş ketin. Me êşên mezin kişand. Em bêtir giriyan û hatin kuştin.”
Nameya keça Edîp Aksoy ê di 7’ê hezîrana 1995’an de di binçavan de hat windakirin Bêrîtan Aksoy ku ji Amedê şandibû hat xwendin.
‘DEMA WÎ WINDAKIRIN 40 ROJÎ BÛM’
Di nameya Aksoy de ev tişt hat gotin: “Ez Bêrîtan Aksoy. Di 7’ê hezîrana 1995’an de ez 40 rojî bûm bavê min winda kirin. Ez keça wî me. Min bavê xwe qet nedît. Lê ew zilamê ku ez evîndarê wî bûm û min ji xwe re mînak girtiye. Bavê lehengê jiyana min e. Ev 24 sal e ez bi wî dijîm, dikenim, digirîm û bi wî re têdikoşim. Lê ez bibim 70’ê salî jî wê ev wisa dewam bike. Baş e bavê min li ku ye? Dibêjin ‘me kuşt.’ Êdî ez sedema wê napirsim, çumkî ji têkoşîn û bîrdoziya wî tirsiyan. Lê tiştek hesab nekirine heye. Her Edîp Bêrîtenek e û her Orhanek Amedek e û li pey xwe hiştine. Em ê di rêçika wan de bimeşin. Wê bedena wî hevrêyê min be û gora wî jî hemrazê min be.”
Daxuyaniya çapameniyê ya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar xwend û behsa çîroka windabûn û lêgerîna Edîp Akosy û Orhan Cîngoz ên li Licê hatin windakirin kir.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.