EDENE - Elewiyên li Edeneyê, bal kişandin ser salvegera Komkujiya Madîmak û gotin: “Me komkujiya Madîmak ji bîr nekir.”
Platforma Elewiyên Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser salvegera Komkujiya Madîmak a di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de pêk hat, li ber Bîrdariya Aştiyê ya Şaredariya navçeya Seyhanê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Agirî Madîmak venemirî, em jibîr nakin û em ê nedin jibîr kirin” hat vekirin. Nûnerên rêxistinên ked û demokrasiyê, parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari Oruç a di 24’ê Hezîranê de hat hilbijartin û parlamenterên CHP’ê Ayhan Barut, Orhan Sumer û Muzeyyen Şevkîn beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platforma Ewlewiyên Edeneyê Murtaza Moroglu daxuyanî da û got: “Me Komkujiya Madîmakê ji bîr nekir.”
‘TÊKOŞÎNA ME YA DEMOKRASIYÊ DÊ BIDOME’
Moroglu, diyar kir ku di ser bûyerê re 25 sal derbas bûn, lê wan tu carî Komkujiya Madîmak ji bîr nekirin û wiha axivî: “Hîna jî kujer û hêzên kujer kirin nava tevgerê nehatine darizandin. Bi tu awayî hiqûq nehatiye cih. Weke ku ev yek ne bes be, serokwezîrê demî dibêje ‘Şikir ji Xwedê re, tu zewal nehat serê gel.’ Ev daxuyaniya bedbext nayê qebûl kirin. Li dijî hovîtiyê, li Kerbelayê weke her car me li ber xwe da. Li Gazî gule li me reşandin. Li Mereş, Çorum, Dersim, Pirsûs û Qada Gar a Enqerê bi dehan car em qetil kirin. Ligel hemû tiştan jî, ji bo hiqûq û demokrasiyê, ji bo pêşeroja zarokên xwe û wekheviyê me tim têkoşîna xwe berdewam kir.”