SÊRT - 3 kes li gundê Kubîk ê navçeya Berwarî ya Sêrtê hatin binçavkirin.
Li gundê Kubîk ê navçeya Berwarî ya Sêrtê 3 kes di 28’ê Hezîranê de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku leşkeran Omer Aşkara, Sabriye Aşkara û Agît Çetînkaya yên bazirganiya penîr dikin, ên binçav kirin dûre teslîmê polîsan kirin. 3 kesên bi sûcdariya “Ji bo rêxistinê elemanan qezenc dikin” li Midûryeta Polîsan a Sêrtê tên girtin.