MÛŞ - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ku li gel heyeta HDP'ê ji bo nelirêtiyên hilbijartinê û zextên AKP'ê yên li ser YSK'ê lêkolîn bike û hat Mûşê, diyar kir ku AKP li ser Lijneya Hilbijartinê ya Bajar zextan dimeşîne û li Mûşê sînorê rewşa rêveberiya awarte derbas kiriye. Beştaş, anî ziman ku YSK biryarê xwe binpê dike û rewşa awarte derbas kiriye û hişmendî û feraseta xwe binpê dike.
Li Mûşê li ser îtiraza AKP'ê Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Mûşê biryar da ku hemû deng ji nûve bên jimartin. Li ser vê yekê heyeta ku ji Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan pêk tê, hatin mûşê û lêkolîn kirin. Heyeta ku di nav de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê ya Sertê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit û endamên Meclîsa HDP'ê jî di navde 5 endamên heyetê peywirdarên ku di bin ewlehiyek mezin de dengan dijmirê ziyaret kir. Dema heyetê lêkolîn kir û lijne ziyaret kir polîsan gav bi gav heyet şopand û ji hewa de jî bi Drone heyet şopand.
BEŞTAŞ: ARMANCA AKP’Ê DENGÊ HDP’Ê XEZP BIKIN
Li ser navê heyetê Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê feraseta xwe ya zext û zordariyê li Mûşê zêdetir kiriye û rêveberiya AKP'ê dixwaze bi zorê li Mûşê wekîlê duyemîn xesp bike. Beştaş, anî ziman ku biryar dane ku li Mûşê hemû sindoqan ji nûve bijmêrin û tu aliyê hiqûqî yê vê yekê tune ye. Beştaş, “YSK hişmendî û feraseta xwe binpê dike. Li vir xuya dibe ku zext pir zêde ne. YSK û Lijneya Hilbijartina Bajar di bin zextan de biryarê dide. Ev biryar li dijî feraseta wan e. Armanca AKP’ê li vir wekîlên HDP’ê xezp bike ye."
QORÎDORÊN EDLIYÊ TEV POLÎS IN
Beştaş, anî ziman ku YSK û Lijneya Hilbijartinê ya Mûşê di bin zextên AKP'ê de ne û korîdorên edliyê ji polîsan mirov nikare derbas bibe û wiha got: "Lijneya Hilbijartina Navçeyan îtîrazêin AKP'ê red kir, lê lijneya bajar qebûl dike. Pir xuya dibe ku AKP'ê mudaxale kiriye. Bi Drone gav bi gav hat şopandin. Tu kesî naşe salona edliyê. Her der polîs e. Bi taybet bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajar eleqeder dibin. Lijneya Hilbijartinê li gorî zagonan tev nagere.
Yên ku îtîraz kirin em bûn. Wekîlekî me aşkere ji destê me girtin. Niha li şûna îtîraza me qebûl bikin, dijberi vê yekê îtîraza wan a ku wekîlê duyemîn ji destê me bigirin qebûl kirin. Lijneya hilbijartinê li gorî zagon û pîvanan tev nagere. Niha li Colemêrgê jî dixwazin wekîlekî me xezp bikin. Îtîrazên AKP'ê qebûl dikin. lê yên HDP'ê red dikin. Ev li dijî hiqûqê ye. "
LI MÛŞÊ OHAL DI NAVA OHALÊ DE YE
Beştaş, bal kişand ser rewşa awarte ya li Mûşê û wiha got: "Divê YSK jimarê rawestîne. Li ser gel zextên gelek mezin hene. Zextên li ser hilbijartinê berdewam dike. Li Mûşê şert û mercên rewşa rêveberiya awarte derbas kiriye heye. OHAL di nava OHAL'ê de ye.
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê ku Berpirsiyara Mafên Mirovan û Komîsyona Hiqûqê ye Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku geşedanên li Mûşê pêş dikevin berdewama biryara hilbijartina zordest e û wiha got: “AKP li meclîsê pir lawaz bûye. Dixwaze vê lawazbûna xwe di hilbijartinê de bi hîle û xurdeyan rast bike. Her çend AKP vê hilbijartinê wekî serkeftinê nîşan bide jî, em dibînin ku AKP herî zêde niha li pişt maye. Zêdebûna xwe ya meclîsê winda kir. AKP'ê bi hîleyan encam bi dest nexist niha dixwaze bi îtîrazê bi dest bixe.
‘HEMÛ SAZIYÊN DEWLETÊ Û RÊVEBERÊN SINDOQAN ALÎKARÊ AKP'Ê NE'
Başaran, da zanin ku biryara YSK’ê garabeta hiqûqê ye û wiha got: “AKP ji bo wekîlekî din zêde bike dixwaze dîsa dubare yek bi yek sindoqan bijmêre. Hemû rêveber û muşahidên AKP’ê li ser sindoqan bûn. Hemû saziyên dewletê û sindoqan alîgirê AKP'ê ne. Dixwazin bi îtîrazan dengên me xezp bikin. Biryara YSK'ê li dijî hiqûqê ye. Divê YSK bi lez jimartinê bi dawî bike. Ev êrîşa li dijî vîna gel e. Em dê li vîna xwe xwedî derkevin. Gel dê li vîna xwe xwedî derkevin.
MA / Ozgur Paksoy – Devran Toptaş