STENBOL – Walîtiya Stenbolê “Meşa Rûmetê” ya dê sibê bihata lidarxistin qedexe kir. Komîteya Hefteya Rûmetê daxuyand ku ew ê meşê li dar bixin.
Li Stenbolê 16’emîn Meşa Rûmetê ya LGBTÎ+ ya Stenbolê dê sibê di çarçoveya 26’emîn Hefteya Meşa Rûmetê de bihata lidarxistin. Walîtiya Stenbolê têkildarî meşê daxuyanî da û bi hinceta “Neyînên muhtemel dê biqewimin” qedexe kir.
Komîteya Meşa Rûmetê jî li dijî biryara Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ew ê li gel biryara qedexeyê jî sibê meşa xwe li dar bixin.