ÎZMÎR - Emrah Çelebiyê ku tev li pîrozbahiya Newroza li Qada Gundogdûyê bû û bi hinceta bi temeziya kesk û sor û zer govend gerandiye doz lê hatibû kirin, 10 meh ceza lê hat birîn.
Emrah Çelebiyê ku tev li pîrozbahiya Newroza 20172an a li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bû û bi hinceta bi temeziya kesk û sor û zer govend gerandiye doz lê hatibû kirin, 10 meh ceza lê hat birîn.
Dadgeha Cezayê Giran a 15'an a Îzmîrê, bi îdiaya "Çalakiyên rêxistinê pesinandiye" ceza li Çelebî birî. Dadgehê di biryara xwe de parast ku bi hinceta bi potikên kesk û sor û zer ên "rêxistina terorî PKK/KCK'ê" temsîl dikin hilgirtiye û bi vî awayî govend gerandiye û pesê rêxistinê daye ceza hatiye dayîn.