ŞIRNEX - Dadgeriya Ceza ya Sulhê, di lêpirsîna derbarê mirina Hasan Ayazê 14 salî ku di jêrzemînên Cizîrê hat kuştin de, her çend têkiliyek wî ya bi "endamtiya rêxistinê" re nehat dîtin jî, lê dîsa jî îtiraz ji bo biryara neşopandinê hat kirin red kir.
Li Cizîra Şirnexê, yek ji kesên ku di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de hat îlankirin, di jêrzemînên malan de asê ma û hat kuştin jî HAsan Ayazê 14 salî ye. Di lêpirsîna derbarê mirina Ayaz de, demek berê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara "neşopandinê" dabû.
Li ser vê yekê parêzerên girêdayî Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), îtirazî biryara dozgeriyê dan ku dozgeriyê her çend têkiliya Ayaz û "endamtiya rêxistinê" nehatibû dîtin jî lê Ayaz wekî "endamê rêxistinê" nîşan dabû. Parêzeran li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Şirnexê îtirazî vê biryara dozgeriyê kir.
Lê belê dadgeriyê di biryara xwe de bi heman hincetê îtiraza parêzeran red kir.