* Têkildarî mirina Mehmet Zekî Yilmazê ku di sala 1994'an de li Geverê bi awayekî kiryar nediyar hat kuştin, piştî biryara demboriyê hat dayîn serî li AYM'ê hat dayîn. Di vê serlêdanê de AYM'ê diyar kir ku ji bo dîtina kiryaran îhtimameke baş nehatiye kirin û biryar da ku tazmînat bê dayîn.
* Li Edeneyê hem ji ber germê hem jî ji ber kelmêşan mirov nizanin dê çi bikin. Welatiyan xwest ku şaredarî ji bo kelmêşan tev bigere.
* Dadgeriya Ceza ya Sulhê, di lêpirsîna derbarê mirina Hasan Ayazê 14 salî ku di jêrzemînên Cizîrê hat kuştin de, her çend têkiliyek wî ya bi "endamtiya rêxistinê" re nehat dîtin jî, lê dîsa jî îtiraz ji bo biryara neşopandinê hat kirin red kir.
* Koçerên Sêrtî ku her sal berê xwe didin zozana Nebirnavê, destnîşan kirin ku ji ber qedexekirina zozanan her diçe heqê kirêya mêrgan zêdetir dibe. Koçeran got, eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji koçertiyê û sewalvaniyê berdin.
* Emrah Çelebiyê ku tev li pîrozbahiya Newroza li Qada Gundogdûyê bû û bi hinceta bi temeziya kesk û sor û zer govend gerandiye doz lê hatibû kirin, 10 meh ceza lê hat birîn.
* Dê li Amedê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan di hefeta 490'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00)
* Dê Dayikên Şemiyê di hefteya 692'yemîn de li Qada Galatasarayê li aqûbeta Edîp Aksoyê ku di 7'ê Hezîrana 1995'an de li Deriyê Çiyê yê Amedê hat binçavkirin û careke din xeber jê nehat girtin û dê li aqûbeta Orhan Cîngozê 23 salî bipirsin. (12.00)
* Dê li Qada Galatasarayê cara 327'emîn çalakiya "Rûniştina F" bê lidarxistin. Dê di vê hefteyê de çalakî bal bakişîne ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya. (13.30)
* Komeleya Mafên Mirovan û Xizmên windayan dê di hefteya 490'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bike. (12.00)
* Karkerê Şaredariya Zeytinburnu ya Stenbolê Kenan Gungordu yê ku Şaredarê Zeytinburnu Murat Aydin ew bi gotina "terorist" kir hedef dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê ji bo OHAL rabe û dawî li pergala KHK'yan bê dê li pêş Tunela Taksimê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyen Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)