COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji 4 kesên berê hatibûn binçavkirin jê 3 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Polîs û tîmên taybet li navenda Colemêrgê û gundên Colemêrgê di 21'ê Hezîranê de bi ser gelek navnîşanan de girtibûn û 4 kes binçav kiribûn. Welatî Sadullah Uyan, Derviş Demirkan, Rustem Karaman û Şaban Kaya yên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan û piştî lêpirsînê sewdî edliyeya Colemêrgê kirin. Ji 4 kesên hatin binçavkirin jê 3 kes li dadgeha Asliye Ceza ya Colemêrgê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Derviş Demirkan jî serbest hat berdan. 3 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Colemêrgê.