STENBOL – Di Newroza Stenbolê de 27 kesên girtî dihatin darizandin di danişîna ewil de tahliye bûn.
Di Newroza Stenbolê ya di 21’ê Adarê de li Bakirkoyê hatibû lidarxistin, bi boneya flamayên kesk, sor û zer li ser wan derketine û slogan berz kirin e 27 kes hatibûn girtin. Danişîna doza 27 kesan a ewil li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzer, girtî û malbatên wan di danişînê de amade bûn. Piştî kontrola nasnameyê girtiyan parastina xwe kir û berdana xwe daxwaz kirin.
Dozger berdana 27 kesan xwest û piştî navberê heyeta dadgehê biryara berdana 27 kesan da. Girtiya bi navê Rifa Dayan jî di danişîna navberê de hatibû berdan.
Yên hatin berdan ev in: Ercan İlhan, Helin Kaplan, Mizgin Tekin, Sabri Akdemir, Cengiz Tosun, Emrah Algemi, Ferhat Karaagaç, İbrahim Halil Kekeç, Onur Çiftçi, Selma Yönay, Selma Algemi, Mehdi Dag, Özgür Ünal, Yakup Köroglu, Volkan Atmaca, Beyhan Aktaş, Nesih Tuğa, Saida Hıznavi, Hüsna Güldem, Mizgin Başak, Gülistan Yılmaz, Nuray Ceylan, Turgay Çeçen, Ali Aksoy, Ercan Çelikel, Abidin Metin ve Çagdaş Meşe.