AMED – Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê dozger îtîrazî biryara berdana wê kir. Ji ber ku Serozgerê Komarê biryara berdanê ya dadgehê neşandiye Girtîgeha Tîpa E Guvne nayê berdan.
Dadgeha Amedê ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku ji Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê biryara berdanê dabû. Lê dozger îtîrazî biryara berdana Guven kir. Dozger îdia kir ku berdan li dijî rêbaz û qanûnê ye û xwest biryara der barê Guven de bê rakirin û girtina wê dewam bike.
Serodozgeriya Komarê ya Amedê li ser îtîraz bi bayê bezê biryara 9’emîn Dadeha Cezayê Giran a Amedê neşand Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Parêzerên Guven anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye biryara berdana Guven nehgihîştiye ber destê wan û got: “Ev pêkanînek dij hiqûqî ye. Biryara dadgehê radiwestînin û sûcê gefa azadiyê dikin.”
Heyeta dadgehê bi pirjimariya deng xwestibû Guven bê berdan.