AGIRÎ – Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê yê berê Mehmet Emîn Îlhan ê girtî hat berdan.
Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê yê berê Mehmet Emîn Îlhan di 1’ê adara 2018’an de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna doza Îlhan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agirî hat dîtin. Îlhan û parêzerên xwe amade bûn. Îlhan hemû îdiayên li ser xwe red kir û berdana xwe daxwaz kir. Pişt re dadgehê biryara tahliyeya Îlhan da û danişînê taloqî dîrokek pêş kir.