MÛŞ – HDP’ê bi boneya ji nû ve dê deng li Mûşê bên jimartin heyetek şand Mûşê. Heyetê li Mûşê got: “AKP vî karî li Enqereyê birêve dibe.”
Li Mûşê AKP’ê îtîrazî encamên hilbijartinê kir û Desteya Hilbijartinê ya Bajêr biryar da ku deng ji nû ve bên jimartin. Piştî vê biryarê HDP’ê heyetek şand Mûşê. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli jî di nav heyet îro çû Mûşê. Heyetê li gel parlamenterên HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît û rêveberên HDP’ê daxuyanî dan.
Berdan Ozturk got ku ew ê xwedî li her dengê ku gel daye vîna xwe derkevin.
‘AKP LI ENQEREYÊ VÎ KARÎ BIRÊVE DIBE’
Piştî Ozturk, Meral Daniş Beştaş jî axivî û da zanîn ku wê li ser îtîraza AKP’ê li Mûşê deng ji nû ve bên jimartin û îtîraza hat kirin jî li gorî nasnameya partiyan dinirxînin. Beştaş anî ziman ku AKP ji bo wekîla wan a sêyemîn ji destê wan bigire ketiye tevgerê û wiha got: “Piştî jimartina dengan duh aşkere bû ku 3 wekîl ên me ne. Ji ber ku li Meclîsê bi piranî ne di destê AKP’ê de niha jî bêhiqûqiya xwe dewam dike. AKP vî karî li Enqereyê birêve dibe. Her cûre zextan li me dikin, lê bi ser neketin.”
NAMZETÊ AKP’Ê GEFAN DIXWE
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît jî diyar kir ku AKP qebûl nake ku HDP’ê 3 wekîl bi dest xistiye û got: “Em ê vê meseleyê bişopînin. Êdî ev ne meseleya Mûşê bi tenê ye. Ji Enqereyê telefon li ser telefonê tê Mûşê. Namzetê AKP’ê yê rêza duyemîn li ber çavê me aşkere rayedaran tehdît dike. Niha dengên Gimgim, Kop, Melazgirt û Haskoyê tên jimartin. Em ê ji bo her dengek xwe têbikoşin û em ê serî li ber gefên tu kesî netewînin.”