AMED – Rêxistinên hiqûqê û parêzerên her hefte li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê “Nobeta Edaletê” li dar dixin tev li çalakiya ji bo Tahîr Elçî ya li Amedê pêk tê bûn. Pêkhateyên Nobeta Edaletê gotin ku ew li dijî daxuyaniyên Suleyman Soylu li cem Baroya Amedê ne.
Baroya Amedê ji bo dosyeya Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin di hefteya 131’emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakiyê dewam kir. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn. Platfroma Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Nobeta Edaletê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, TOHAV, Parêzer Beşdar, Hiqûqa Sosyal, ODAV, Koma Parêzerên Hemdem û Komeleya Hiqûqnasên Kartal jî destek dan çalakiyê. Pankarta “Em te ji bîr nakin” hat hildan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û bi bîr xist ku 131 hefteye ji bo edalet pêk were çalakiya xwe dewam dikin.
'WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR NIKARE BI ZIMANEK WIHA BIAXIVE’
Parêzer Kemal Aytaç jî destnîşan kir ku ew li dijî daxuyanî û hedef girtina Baroya Amedê ya Wezîrê Karê Hundir Sulyeman Soylu tev li çalakiyê bûne û heta edalet pêk were dê têkoşîna wan bidome. Aytaç da zanîn ku ew ê heta dawiyê piştevaniyê bidin Baroya Amedê û got: “Di welatek demokratîk de wezîrê karê hundir nikare wiha biaxive. Li vî welatî wê teqez hiqûq û demokrasî bi ser bikeve.”
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê bi dawî bû.