ENQERE - Parlamenterê CHP’î yê berê Eren Erdem yê serê sibê hat binçavkirin li dadgehê bi îdîaya"alîkarî daye rêxistinê" hat girtin.
Polîsan bi ser mala wekilê CHP’î yê Stenbolê yê berê Eren Erdem ya Enqereyê de girtin û ew binçavkirin. Erdem birin Midûriyeta Polîsan a Enqerdeyê û ji şir jî şandin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Piştî Erdem sewqî 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenolê kirin, Erdem li dadgehê hat girtin. Dadgehê bi îdîaya Erdem "alîkarî bi rêxistina Gulen re kiriye" der bare wî de biryara giritnê dan.
Dozgerê der barê Erdem de îdîaname amade kiribû, ji Erdem di navbera 9,5 û 22 salan de ceza dixwaze.