AMED - Parlamentera HDP’ê ya li Colemêrgê hat hilbijartin û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat berdan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber ku bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û xebatên wê yên KCD’ê di 22’yê Çile de polîsan bi ser mala wê de girtin û binçavkirin. Guven piştî binçavkirina 9 rojan, di 31’ê Çile de derket pêşberi Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê û hat gitin.
Guven di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ku bû namzeta parlamenteriya HDP’ê ya Colemêrgê, parêzera wê Reyhan Yalçindag Baydemîr li ser vê yekê ji bo berdana Guven serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê da.
Dadgehê li ser îtîraza hat kirin, ji ber Guven “bû parlamenter” biryara berdanê da.